Dîlan Jiyan

Axa Mezapotamyayê di tevahî dîroka xwe de ji nûbûyîn û pêşketinên herî mezin re malovanî kiriye û bûye derguşa mirovahiyê.

Ev cêwazî cudahiyek li xaka Mezapotamyayê dide barkirin û ferq dixe navbera axa Mezapotamya û axên din. Ger mirov bixwaze roja îro ji her milî ve fêm bike divê mirov rêveçûna dîrokî ji her milî ve binase û tê de têgihîştîbe. Ger ku em îro rastî aloziyên civakî tên bingeha xwe ji ne kûrbûyîna dîrokê û serwexetbûna raboriyê digre. Ev yek gelek mijarên sereke bandor dike û dibe sedema şaştiyên herî mezin. Ger mirov bixwaze dîroka tekoşeriya jin ji nêz ve nas bike, pêwîstî heye ku em berê xwe bidin bîra dîrokê û têkiliya wê bi roja me ya îro ve bigirên dest. Ji bo ku pênase û analîzên rast derkevin holê berî her tiştî pêdivî bi meyzekirinekî diyalektîk heye.

Avabûn û pêşketin tu carî ji yek milî ve pêş nakeve û ji ber xwe ve jî avanabe. Ger em vergerin mijara xwe, têkoşîna jinan bi taybetî têkoşîna jinên Kurd di roja me de bûye îlhama jiyana azad û tevahî jinên cîhanê li dora xwe kom dike. Pêdîviya ku ev têkoşîn ji her milî ve were naskirin heye. Mirov nikare bi awayekî çors li têkoşîna jin a ku di roja îro de tê meşandin meyze bike, divê ku mirov li dîroka wê vegere. Têkoşîna ku îro bûye îlham jiyana jinan çawa bandor dike, bi çi awayî avabûye, têkoşînek çawa hatiye dayîn  ji nêz ve naskirin, weke hewcadariyekî datîne pêşiya mirovan. Kesayeta jina Kurd sekna xwe ya têkoşeriyê ji kokê xwe yê kevnar digire û ev têkoşerî weke kok xwe dispêre avabûna destpêka civakbûnê. Di civaknasiyê de bandoriya cih û dem li ser pêşketina bûyaran weke xalekî sereke tê dest girtin. Ev  şêwaz di destgirtin û fêmkirina heqîqetê de jî bandoriyek dide avakirin.

Ji ber van yekan têkoşîna îro tê dayîn weke ji dîroka nêz wêdetir, xwe dispêre avabûna civakbûnê. Jina Kurd gelek caran weke pêşengeke derketiye ser dika dîrokê û ji civakê re pêşengtî kiriye. Bi derketina Rêber APO ve ev yek hîn zêde derketiye pêş û bi awayekî herî xurt ve xwe rêxistin kiriye. Rêber APO di tevahî hîmên têkoşîna xwe de li ser azadiya jin rawestiye. Dema mirov dîroka Tevgera Azadiyê  mêyze dike pêşketinên ku bi pêşengtî û rola jin ve hatine jiyankirin, bi xwe re asta bandoriyê hîn zêde derdixe holê. Yek ji pêşketinên ku hatine jiyankirin û heya roja me ya îro bandorî xwe dewamkiriye, pêngava 15 Tebaxê ango Cejan Vejînê ye.

Cejna Vejînê di sala 1984’an de li navçeya Sêrt Eruh û ya Colemergê li Şemzînanê pêk tê. Ev pêngav bi xwe re Kurdê ku di xewna mirinê de hatiye hiştin û di nav pençê qirkirinê de maye, ji nûve daye şiyarkirin. Ev yek bi xwe re jina ku bi hezaran salan dibin serwerî û kujerê qastîk ve hatiye hîştin ji nûve zindî kiriye. Di nava komên gerîlayên ku ev pêngav pêşxistine de komek gerîlayên jin jî cihê xwe digrin. Koma gerîlayên jin di nava pêngavê de cih girtina xwe weke bûyareke dîrokî digrin dest û bi pênasekirina ku wê ev pêngav bibe meşaleya agirê azadiya jinan ve beşdariya xwe di vê pêngavê de avadikin. Tevlîbûna gerîlayên jin bi xwe re deriyên jina azad heya dawî daye vekirin. Di axakî ku dibin metîngerî û zordariyê de ye, jin li hemberî pergala heyî serî radike û dest bi têkoşîna azadiya xwe dike. Çîna yekem a ku hatiye kolekirin jine, bi ketina jinê re tevahî civak jî dikeve. Lê ev pêngav bi  xwe re jina ku zincirê koletiyê dişkîne û ber bi azadiyê ve baz dide daye afrindin. Ji ber vê yekê mirov pêngava 15 Tebaxê nikare ji yek alî ve bigrê dest. Yê ku ev têkoşîn daye destpêkirin jî Rêber APO ye.

Rêber APO jina ku jiyanê li ser hîmê azadiyê diafrîne bingeha wê di wan deman de dide avakirin. Wekî axekî ku zuha tu ji nûve av bidî û tovên jiyana azad lê bide çandine. Gerîlayên jin yên ku di vê pêngavê de cih girtine roja me ya îro di Artêşbûna YJA STAR de bûne bingeh. Bi mezinbûyîna têkoşîna jin ve pêşêngên weke Sara (Sakîne Cansz), Bêrîtan (Gunaz Karataş), Zîlan (Zeynep Kinaci), Delal Amed ve derketine û heya roja îro ev yek weke pêşengên mîna Rûken, Sara û Asya’yan ve xwe didomîne. Têkoşîna jina azad her roja ku çû bi xwe re ast û pîvana jina azad jî da avakirin. Heqîqeta jin her roja ku çû hîn zêde ronî bû û xwe gihande wateya rast a jiyankirin ê.

Pêngava 15 Tebaxê weke berdewamiya 14 Tîrmehê derket û têkoşîna azadiyê her ku çû mezin bû.  Heval Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî bi têkoşîna xwe ve tovên jiyana azad di nava çar dîwarên zindana Amedê de çandin. Bûn şitlên azadiya gelan. Her gavekî têkoşînê bû pêlên deryaya pêşeroja azad. Rêber APO di her gavekî xwe de berpirsyartiya dîrokî hilgirt ser milên xwe û bi jina azad avakirinê ve meşiya. Li zindana Amedê sekna Heval Sara û li çiyayên azad sekna Heval Hanim Yaverkaya bû rênîşana pêşeroja jinan. Têkoşîn û berxwedayîna ku li zindana Amedê ya ji milê pêşengên Tevger Azadiyê hatibû meşandin zilm û zordariya faşîzma dewleta Tirk ji her milî ve têkbiribû û bi vê yekê re ruhê çanda berxwedaniye dan avakirin. Têkoşîna ku bi pêşengtiya Heval Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Akîf, Elî, Ferhat, Necmî, Eşref, Mahmûd û Sara’yan ve hatibû destpêkirin bi wê re şewazê jiyana azad û berdêlê wê çi dibe bila bibe serkeftin wê mîsoger be dan xuyakirin. Ev rih bû weke agirê têkoşîna azadiyê.

Pêngava 15 tebaxê ji berxwedêrên zindanan re bûyîna bersiv bû. Ruhê Egîd ango Mahsum Korkmaz û Hanim Yaverkaya bi xwe re asta têkoşînê da bilindkirin. Mêtîngeriya ku li ser axa pîroz dihat meşandin ji milê zarokên gelê Kurd ve û bi taybetî jî ji milê jina Kurd ve darbeya herî mezin xwaribû. Ev pêngav perdeya mirinê diqelişîne û bi xwe re hêviyên jiyana azad dide çandin. Ev pêngav bi xwe re têkoşîna jinan digihîne astekî hîn cuda, qada têkoşîna jinan her ku çû hîn zêdetir berfireh kir. Pêşketina têkoşîna jin li ser axa Kurdistanê  bi xwe re hîn zêde watedar kir. Di dîrokê de ketina jin yekem car li ser vê axê pêşket, di heman demê de vejînbûna jinê jî li ser heman xakê hat afirandin. Ev yek jî weke xwe ji xweliyê xwe avakirinê derdikeve pêşiya me.

Di şexsê jina Kurde de vegera ‘XWEBÛNÊ’ çêdibe. Ev têkoşîn her ku çû bi xwe re lêgerîna azadî û wekheviyê jî da pêşxistin. Ji ber van yekan pêngava 15’ê Tebaxê weke pêngavekî çekdarî zêdetir weke pêngavekî ku li hemberî pergala baviksalariyê, serî rakirinekî tê destgitin.  Di şexsê jin û xortê Kurdan de têkoşîna kesayetên azad afirandin, derdikeve pêş. Dika dîrokê êdî bi azweriya têkoşînê ve, pêşerojekî azad tê rêxistin kirin. Di roja îro de jî pêşketina di hêla civakî û pergalî de yên ku tên jiyan kirin ji van pêşketinan mirov nikare qut bigire dest. Her wiha ev pêngav bi xwe re hêza mirov dikare çi bike û di kîjan astê de guhertinan çebike bi awayekî şênber radixe ber çavan.

 Zanebûn û zanistê cardîn di şexsê jin û xortên Kurdan de xwe gihande astekî bilind. Hêza mirovê azad dikare rêveçûyîna dîroka serberjî biguherîne. Dîroka ku di bin yekdestî û sermaya pergala baviksalariyê de hatibû hiştin êdî guhertinekî ku werçerxî jiyan dikir û heya roja me îro xwe bi awayê her rexistînî ve da domandin. Bingeha wan yekan di sala 1984’an de ji milê jin û xortê Kurdan ve hatibû avêtin. Ev 42 salin têkoşînekî ku bê rawestan, dîrokekî ku bi berdêl û berxwedaniyê ve hatiye neqişkirin avabûye. Têkoşîna ku bi ked û fedakariyên herî mezin ve hatiye dayîn îro weke rêya rizgariya ji pergala baviksalariyê tê dest girtin. Pêşengên Tevgera Jin xwe bi vê pêngavê ve hîn zêde bi rêxistinkirin û xwe gihandin asta azadiyê.

Têkoşîna ku hatiye dayîn bi xwe re hêza têkoşeriyê da avakirin. Ev têkoşîn her ku çû gerdûnî bû û bi wateya xwe ya rast ve cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt. Îro têkoşîna jina Kurd bi awayê herî rêxistinî ve xwe avakiriye. Têkoşîna ku beriya 42 salan hatibû meşandin îro ji pergala xwe parastinê, pergala rêvebirinê û pergala jina xweser rêxistinkirî da avakirin. Wekî ku Rêber APO tîne ser ziman ‘Jina rêxistinkirî hêza herî bi bandore’. Ger îro di nav tevahî şertên herî zehmet de jin dikarin xwe rêvebibin û xwe rêxistin bikin ji ber vê têkoşînê ye. Pêngava 15 Tebaxê ji tevahî aliyên xwe ve bû vejîna  neteweya gelê Kurd û vejîna azadiya jinan.