• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. RÊBER APO

BÎRDOZIYA RIZGARIYA JINÊ BÎRDOZIYEK CIVAKÎ YE

Rêber Apo

Girîng e ku partiya me, bi nûjenkirina sosyalîzmê re, li ser van mijaran ciddî bisekine, ne tenê xwe bi rizgariya Kurdistanê ve sînordar bike, serîde li Rojhilata Navîn piştre jî tevahî cîhanê de li ser esasê têkoşînên cîvakî yên nû de mijara jinê de jî nêzîkatiyek pir bi îdda û afirîner nîşan bide.

Berî her tiştî, divê em li ser bîrdoziya rizgariya jin biaxivin. Em hewl didin ku vê bîrdoziyê biafirînin. Bi şîrovekirina yek du bûyer an çalakiyên asayî re ev kar nagihîje serî. Beyî pêşketina xurt a bîrdoziya rizgariya jin, tiştên din dê ji xapandina xwe bêtir tiştek nebe. Ez bawer dikim ku hewcedariyek pir cidî bi bîrdoziya rizgariya jin heye.

Ev ne tenê bîrdoziyek di wateya rizgariya zayendî de ye. Ev xalek e ku doktrîna sosyalîst, heta analîza zanistî ya civakê, dê me ber bi wê ve bibe, û wê girîngiya mezin a bîrdoziya rizgariyê ya navenda wê jin e nîşanî me bide. Bi xwe, ev yek ji mijarên ku ez herî zêde li ser disekinim e. Bê guman, ev nêzîkatiyek femînîst nîne. Ez bi xwe ne jin im jî. Lê ez girîngî didim pêşxistina şêwazek ramanê ya navenda wê jin e, balê dikşîne ser jinan û di dawiyê de bîrdoziyek û rêxistinek li ser bingeha jin avakirinê. Ji dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên şer bigire heya pêkanîna aştiyek li ser bingeha azadiyê, pêwîstiya pêşxistina bîrdozik heye. Hemû bîrdoziyên heta niha bîrdoziyên bi mohra mêran, serdestiya mêran de bûne. Bêguman, ev xwedan aliyek çînî a emperyalîst e, lê di heman demê de xwedan aliyek pir berbiçav a serdestiya mêran e. Kes nikare vê yekê înkar bike. Her çend nêzîkatiya serdest ya mêran a ku bi sedsalan e li ser civakê serdest bûye bi sedan salan vê yekê veşartibe jî, ne mimkûn e kesê ku rêzê li zanistê digire; rizgariya jinê re û rizgariya gel re eleqeyek mezin nişan dide negengaz e, vê yekê nebîne. Ji ber vê yekê, ez di ramana xwe de jî pêwîstiya afirandina bîrdoziyek navendî ya jinan girîng dibînin.

Ev yek heta radeyekê di milê rêbertiyên din ên komunîst û sosyalîst de jî hatiye rojevkirin, lê ev pir bi sînor bûye û nekariye têgihîştinên serdestiya mêran derbas bike. Di jiyana xwe de jî, ew nekarîne têgihîştina heyî ya serdestiyê di nav malbatê de derbas bikin. Ev wekî kêmasiyek sosyalîzmê jî dikare were hesibandin. Tiştê ku em dixwazin li vir bînin li ser ziman cûdatir e. Ev ne bîrdoziyek bi zorî hatiye çekirin e. Di qonaxa yekem a rêxistina civakî ya dîrokê de, bîrdozî bi esasî li ser jinan e. Mînak, xwedawenda mezin Îştar heye. Di zimanê me de Star, Sterk, tê wateya stêrk, û ew xwedawenda yekem e. Ya rastî, xwedaya yekem xwedawendek e. Xwedayên mêr paşê derketine holê, an jî xwedavendan paşê xwe di şiklê xwedayên mêr de pêşkêş kirin. Bê guman, ev jî bi hilberîna jinan re pir girêdayî ye. Bi kurtasî, bîrdoziya jinê di rastiyê de bîrdoziyek civakî ye, ne tenê bîrdoziyek zayendî ye. Eger em di vê çarçovê de nêzîkî van pirsgirêkan bibin, em ê hewce bibînin ku hemû nêzîkatiyan, hemû bîrdoziyan û di encamê de rêxistinên aborî, çandî, siyasî û leşkerî yên li ser wan hatine avakirin, ku heta niha ji hêla prensîb û bîrdoziyê ve em ji nû de ber çavan derbas bikin.  Ji ber ku xwedî nêzikatiya bi serdestiya zilam in, ji ber vê yekê şer, newekhevî û zilmê dihewînin. Ev jî bi xwe re ketina zayendê tîne. Û ketina zayendê tê wateya ketina jiyanê. Piştî ku jiyan bi xwe dikeve - û ev bi taybetî di çarçoveya jinan de berbiçav e - pir berbiçav e ku koletiya zayendê çawa tevahiya civakê ber bi koletiyê ve dibe. Bi gelemperî, civak winda dike, û rêya şerên hovane ji destpêkê heta dawiyê vedibe. Sedema rast ya şerê heyî ya li Tirkiyeyê bi karekterek pir hovane pêş dikeve hem ji ber bingeha çînî  û emperyalîzm e, lê di heman demê de bi têgihîştinek mêr a pir şovenîst û serdest re jî pir şenber  girêdayî ye. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya ku dibêje "ne dema rast e, dikare paşê be" pir xelet e. Eger em bixwazin dest bi tevgereke şoreşgerî, an jî çalakiyeke civakî ya cidî bikin, pêwîstiyeke xurt bi çalakiyeke bîrdozîk heye ku her ku diçe bêtir pêşiyê dide bîrdoziya jinê. Ne hewce ye ku ez li vir li ser vê yekê zêde bisekinim, û ev ne cihê wê ye jî. Ez vê têgehê bi boneya roja jinan pêşkêş dikim.

Xalek duyemîn, bê guman bi vê ve girêdayî ye, divê hemû rêxistinên ku ji hêla mêran ve serdest in, rastî rexneyên tund werin. Ne tenê rexne, lê di heman demê de gav bi gav derbasbûna van avahiyan jî pêwîst e. Wekî din, dawiya şer qet nayê û aşitî jî pêk nayê. Hemû rêxistinên mîlîtarîst mohra xwe %100 ji mêran hildigirin. Li wan deran ne cihê jinan heye ne jî dil û zimanê jinan bi wan re ye, serî heta dawî rêxistinên zordar û tundî ne. Bala xwe bidin mekanîzmayên li van deveran jin herî kêm in an jî nav de tune ne, pergalên tundûtûjî di asteke tirsnak de pêşketine. Ev jî nêrîna me piştrast dike. Saziyên ku serdestiya mêran de herî jêhatî, di serî de rêxistinên mîlîtarîst; ev amûrên şer ên tirsnak in. Bi gotineke din, ew li dijî aşitî û jiyanê ne.

Ger em azadiya jinan dixwazin, divê em bi tundî saziyên ku li ser bingeha bîrdoziyên zilamsalar in rexne bikin. Beşek girîng a vê yekê jî malbat e. Malbat jî saziyek ku ji hêla mêran ve serdest e. Ez naxwazim li vir pir dirêj bikim, lê ev mijar ji bo me, nemaze ji bo civaka Kurd, pir girîng e; malbat saziyeke ku divê ber çavan were debaskirin e. Bi dîtina min, malbat di bingeh de çaleke bêbinî ye ku ketina hem mêr û hem jî jinan bi awayê xwe yê herî xeternak tê de pêk tê ye. Ew nizanin ka ew çiqas ketine; çiqas kûrahî de ketine di nav tarîtî. Malbat ew zemîna ku hemû pergalên dagirker ên emperyalîst û hemû pergalên şerê taybet xwe li ser pêk tînin e. Pêdivî heye ku ev bi tundî were nirxandin û rexne kirin. Ev nayê wê wateyê ku em têgeha malbatê bi tevahî înkar dikin. Em malbata heyî înkar dikin, an jî em li ser hewcedariya derbasbûna wê diaxivin. Têgehek wisa girîng e.

Di nav malbatê de, dîktatorî, milk, bêparkirina jinan a ji hemû maf û qanûnan, êş û bêrûmetkirina jinê heye. Berî her tiştî, tunekirina wan a fîzîkî heye; daxwazên wan ên cidî nînin. Ji ber vê yekê hûn li ser hestyariya jinan diaxivin. Bê guman, eger ev hemû şert û merc hebin, jin dibin hebûnên ku tenê bi hestên xwe ve girêdayî ne û dijîn, ku ev bêrêzî û êrîşa herî mezin a li ser mafên mirovan e. Ji ber vê yekê, heke em dixwazin li ser rizgariya jin biaxivin, divê em saziya malbatê ya ku wan dixeniqîne re rexneyên pir cidî bikin.

Em hewl didin ku pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bê guman, dema ez hewl didim ku pirsgirêka Kurd çareser bikim, ez bi şervanên me re mijûl dibim. Ez bi xortên me yên herî wêrek re mijûl dibim. Ew bi dijwarî şer dikin - dayik jî vê dibêjin- lê ew bi hêsanî şehîd dikevin û ez dixwazim pêşî li vê yekê bigirim. Lê çareseriya vê rewşê ne girî ye mîna dayikan. Çima ev rewş derket holê? Çima ev ciwan bi rengekî nelibendê diçin şehadetê? Divê ez vê çareser bikim. Û dema ku ez dixwazim vê çareser bikim, mixabin, ez xwe mecbûr dibînim ku li ser awayê ku ev ciwan çawa hatine mezin kirin biaxivim. Perwerdehiya wan, ku ji heft saliya xwe de dest pê dike, karesatek e.

Awayê ku malbatê de mezinkirina wan îro van kesayetan di cih de ber bi hilweşînê ve dibe. Bê guman, ev êşek mezin e. Dayikek ji bo kur an keça xwe digirî, lê bi hezaran hevalên min hene ku mîna çiyayan in. Tenê di dilê xwe de zindî hiştina wan têrê nake; divê em hişê xwe de çareser bikin û temenê wan dirêj bikin. Ev pirsgirêkek mezin e. Çi ye ku mêran ewqas qediyayî, ewqas qels dike? Ew nikare bifikire, nikare xetereya pişt vê bibîne. Ez vê yekê hinekî bi malbatê ve girêdidim. Ez vê yekê dikim da ku hewcedariya şer çareser bikim. Li vir gelek aliyên din hene. Armanca min bê guman ne rizgarkirina hemû malbatan e an jî nabêjim "Werin û bi malbatên xwe re tevlî şer bibin." Ev ne gengaz e û ne jî pêwîst e. Lê emê têgehê, pêşengiyê pêş bixin, emê jin û mêrê pêşeng derxînin holê.

Rêza min ji jiyanê re heye. Jixwe yek ji taybetmendiyên herî mezin e ku me winda nekiriye li beranberê jiyanê rêzdariya me ye û tiştê ku ez dikarim bikim ev e. Divê ji min ji vê zêdetir neyê xwestin. Jin fedakariyên mezin dikin û girêdanbûnek bêhempa nîşan didin. Dîsa, fedaiyên herî mezin ji jinan derdikeve. Wan bi awayekî pir balkêş nîşanî me dan ka ew xwe çawa dişewitînin. Û herî kêm direvin jin in. Tevî van hemûyan, ev têrê nake. Ev girêdanbûn gelek zextê li ser min jî dike. Tiştê ku ez dikarim bikim ev e ku jinan bi awayekî rastîn bêtir bihêz bikim. Dema ku ez dibêjim jinan bihêz bikim, pêşxistina bîrdoziya wan dikim. Her çend em rêxistinên wan ye xweser pêşve dibin jî, ev hemû têrê nake. Ez dibêjim em kêmasiyên jinan çareser bikin, heta em wan fîzîkî jî baştir bikin, lê ev jî têrê nake. Ez dipirsim ka mêr wê çi bibe?

Em çawa dikarin mêr pêşbixin? Ev jî şer in, ê ku ez jê re dibêjim buyera evînê ev e. Em Kurd bi awayekî din nikarin biafrînin, ji ber ku Kurd belengaz e; heta yên herî bi hêz û bibandor jî hevkar, kukla ne. Zilamê qaşo herî başê jî burokratek kirêt e, keseke ku her tiştî bi çend quruşan difiroşe ye. Yên mayî jî mirovên mîna me ne.

Li Stenbolê, hin jinan çalakî kirin, û dijmin jî êrîşî wan jinan kir. Xala ku divê li wir were cudakirin zanîna wan a li ser jinên ku ji bo azadiyê radibin e. Em ê wateya êrîşa wan bi taybetî ya li ser wan jinan li vir fem bikin. Em dizanin ku ew êrîşî cesareta jinan jî dikin. Lê ev ji bo me ne tiştek e. Îşkence ji bo me mijarek duyemîn e. Evîn bi xwe êşa herî mezin e. Lê ev ji bo me jî pêwîst e. Her çend dijwar be jî divê hûn wê bibînin.

Ji ber vê yekê, diyariya herî hêja ku ez îro dikarim bidim, nemaze ji bo jinên me yên ku di nav êşê de ne û bi zehmetiyên mezin re têdikoşin, vekirina deriyê jiyanek ku dikare hêza azadiyê ya ku wan di tevahiya dîroka xwe de winda kiriye bide wan. Yanê, bi awayek azad hêviya jiyanê dayîn e. Bi tevahî ne hewce ye ku mirov di vê yekê de bilezîne. Çawa ku hûn jiyana xwe feda dikin, di kêliyekê de xetereya mirinê digrin berçav, divê hûn hêza xwe ya berxwedanê  ji bo jiyanek ku azadiyê gengaz dike jî nîşan bidin. Dema ku ez dibêjim hêza berxwedanê, nabêjim her roj bi mêran re şer bikin. Zimanek wê heye, zimanek hunerî. Zimanek wê yê rêxistinî heye, zimanek balkeş heye, zimanek ji bo derbaskirina nexweşikiyê heye. Zimanek afirandina jinbûna xwe, bedewiya xwe ya jinane heye. Ger jinek xwe piralî, xweşik, rêxistinkirî û plansazkirî bike, yek mêr jî namîne ku ew nikaribe bîne ser rê.

Jinên ku me herî zêde hezkir li çiyayan in û gelek mîna Zîlan, çûn şehadetê. Ev jinên me ne, lê ew bi rastî jî jinên egîd in. Û em ê bi van jinan re bijîn, bi kesekî din re nejîn, ji ber ku em mêrên van jinan in. Ez îro bi serbilindî vê yekê eşkere dibêjim. Ez bi rastî jî serbilind im ku ez mêrê jinên weha me, ne tenê yê jinekê. Jinên me, keçên me, dayikên me, me bi vî rengî qebûl dikin. Ev pir bi qîmet e. Xwezî gelek mêr bikaribin bi vî rengî bin. Ger ew wisa bûna, dikaribû jiyana îro bi tevahî ya jinan bûya. Ev bi tundî pêwîst e. Ez dilê dayikan, hewes û hêviyên keçên me pir baş dizanim. Ji ber ku ez vê dizanim, min xwe di vê emrê de aniye vê halê.

Eger zilamek bêje, "Ez dixwazim jinek %100 ya min be, ez dixwazim lê bidim, ez dixwazim heqaretê lê bikim," bi ya min, ev bêexlaqiya herî mezin e û neheqiyeke mezin li dijî mafên mirovan e. Madem jin ewqas ya te ye, çima tu ne ya wê yî? Ew %100 ya te ye, lê tu %1 jî ne ya wê yî. Ger te zimanê wê qut kiribe, îradeya wê şikandibe û ew ji hêla aborî ve bi te ve girêdayî be, wê demê li vir zordarî heye, dîktatoriyeke eşkere heye. Zilamekî ewqas zordar, ewqas newekhev, ewqas bêrêz ezê çi bikim? Ez dibêjim, vî zilamî qebûl nekin. Ev nêrînek rast e. Ji ber vê yekê, îro xwestina vê yekê ji jinên me, bi ya min, nêzîkatiyek rast e û divê em li ser vê yekê israr bikin. Bi awayekî din ne mimkûn e ku em jin bihêz bikin.

Jiyan bêyî bihêzkirina jinê nayê rizgar kirin. Mirov bi berdewamî dibêjin, "Ez xwediyê ev cure hestan im." Belê, pêdiviyê meriv hestan heye, lê hûn nizanin ev hest ji bo kî ne, çi cure hest in, bi kê re parve bikin; hûn nikarin ji vê wêdetir  bibînin. Werin em hemû, tevî min, rastiya xwe ya mêranî bi eşkereyî deynin holê. Em ne wekî ku hûn difikirin in; me jî hîn nasnameyek wekhev û azad bi dest nexistiye. Ev çawa were bidestxistin? Divê nîqaş hebe, divê hûn zimanê xwe heta dawî bikar bînin, divê hûn îradeya xwe xurt bikin, divê hûn bîrdoziya xwe ava bikin. Ev mafê we ye. Ji ber ku bîrdoziya jinan di civaka komunal a prîmîtîv de serdest û bihêz e. Bi rastî, ew jî li ser hilberînê ne. Niha, divê em vê biceribînin.

Hinek kes ji bihêzkirina jinan ditirsin. Divê mirov ji jineke bihêz netirse, lê ji jineke qels bitirse. Lê jinên nexweş û vala yên herî xeternak in, ajan in. Bi vê perspektîfê ve, divê hemû jinên vala wekî ajanên objektîf werin ragihandin. Ew hêzên ajan ên çînên serdest, dagirker û hevkar in. Divê em li dijî jinbûna wisa re şerekî dijwar bidin dest pê kirin. Jineke hundirê wê vala ji jineke ku bi hestên erzan dijî ajanek xeternaktir dibe. Ez behsa ajantiya objektîf a sîstemê dikim. Jinên weha ajantiya objektîf a sîstemê temsîl dikin. Bê guman, heke jin şiyar nebin, xwe rêxistin nekin û şer nekin, ev xeteriyek mezin e. Hewceye hemû jinên me ji bo îradeyê û hilbijartinê têkoşînê heye. Wekî din, ew e ji dijmin xeternaktir bibin.

Îro ez li aliyê jin ve diaxivim. Ger ev bîrdozî pêk were dê çawa bibe? Ger li ser Kurdistanê were axaftin, an jî em bêjin ku jiyana li welat çêtirîn e, wê demê berî her tiştî, bîrdoziya jinan bêyî ax nikare hebe. Di destpekê de bikaranîna axê ji bo çandinî û hilberînê hinekî bi hunera jinan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, prensîba yekem a bîrdoziya jinan ew e ku li ser axa ku lê ji dayik bûye bijî. Bi gotineke din, welatparêzî. Xala duyemîn ev e ku heke jin cîhê xwe di jiyanê de çêke, divê ew bi ramana xwe ya azad û îradeya xwe ya azad re beşdarî jiyanê bibe. Ger ev bîrdozî pêk were, îfadeya wê ya herî berbiçav ew e ku jin li gorî dilê xwe bijî û biryar bide. Em ê baweriya xwe bi ramanên wê bînin, em ê rêzê li îradeya wê bigirin. Ev prensîbek jêneveger a vê bîrdoziyê ye. Tew ez bim jî, ew ê bêje, "Ez ê li gorî îrade û ramanên xwe bi te re bijîm." Li gel vî, ev divê pir prensîbî, pir projeyî û plansazkirî be. Ez ê jinê bi hin avantajên xwe bixapînim, û ew ê bi jinbûna xwe, bi cinseltiya erzan min bixapîne! Cihê vê yekê di prensîbê me de tune ye. Ji bo ku ev çêbibe, û ji bo jiyaneke hevpar a li ser bingeha azadiyê, rêxistin pêwîst e. Ev jî xala sêyemîn e. Mirovekî bê rêxistin ne tiştek e. Rêxistbûna yekem bi jinan dest pê kiriye. Hêza ku divê rêxistinê herî zêde bide pêş jin in. Dibe ku mêr bê rêxistin bin, an jî dibe ku gelek rêxistinên wan hebin. Jin hewce ne ku rêxistina xwe ya bêhempa, yanê YAJK, giştî bike. Pêdivî heye ku ew hişmendiya xwe li hemû qadên civakî belav bike. Pêwîste ye ku jin xwe rêxistin bike. Divê hûn vê yekê guhê xwe re bikin guhar.

Xala çaremîn ew e ku, ligel rêxistinê, divê hûn tevahiya jiyana xwe wekî têkoşînekê bibînin. Ji ber ku nasnameya jinan ji ber bêtêkoşîniyê di nav çar dîwaran de hatiye dorpêçkirin. Karê nanpêjandin dane wan, bi karên hêsan re mijûl bûne. Bi gotineke din, bi zorê kesayetek ku karên bêkêr dike bûne. Ji ber vê yekê, ew hewce ye ku şervanek bêkêmasî bin, di serî de di mijarên bîrdozîk û siyasî de, lê di heman demê de di rêxistin, çand û bi kurtasî her qada ku dikare wan bihêz bike têkoşîn bike. Jinek divê bêje, "Ez ê rêxistinvan bim, wê karê min tenê têkoşîn be."

Li gor min, jiyana bi jinek re bi bedewiya estetîkî ve jî girêdayî ye. Ev jî xala pêncemîn e. Ji ber ku asta kirêtiyê di jiyana îro de bi awayekî berbiçav bi zordarî û îstismarê ve girêdayî ye, jinê ku dixwaze bijî divê huner, çand û estetîkê paşguh neke. Ji xuyabûna xwe ya bedenê bigire heya bedewiya ramanên xwe, ji axaftina xwe bigire heya ronakbûna xwe ya giyanî, divê ew bi teoriyek û prensîbek estetîkî ve girêdayî be.

Eger hûn van pênc prensîban, xal û prensîbên hîn berfirehtir, wekî bingeha jiyana xwe qebûl bikin, wê hingê bi raya min we, çeka herî mezin a rizgariyê bi dest xistiye. Bi boneya roja jinê, ez teqez dikim ku tu mirov an saziyek tuneye ku hûn nekarin bi vê çeka herî bihêz bînin ser çokan. Bi raya min, ev tiştê herî hêja di jiyanê de ye. Ger em behsa girêdanbûna bi vê rojê re, rêzgirtina ji bo vê rojê bikin, wê hingê li ser bingeha van prensîban mînak; bi berfirehkirina YAJKê re, wekî rêxistinek jinan  û têkoşîna wê ya li ser bingeha van prensîban, em ê bersiva herî mezin bidin mirovahiyê û şerê qirêj.

Careke din, bi wesîleya vê rojê, ez diyar dikim ku ez bi tevahî di xizmeta jinên me yên azad de me, û dîsa ez ji bo hemû jinên di têkoşînê de, nemaze dayikan û hemû gerîlayên me yên jin ên wêrek ên ku şer dikin ya wan im. Ez rêz û hezkirina xwe pêşkêş dikim.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 95

14'ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî Ye

RÊBER APO

Îro 14'ê Tirmehê ye! Îro roja destpêkirina rojiya mirinê ye; ku di pêvajoyeke wisa de ya ku di şexsê şehîdên me yên berxwedanê de dihat xwestin rûmeta mirovahiyê û her tişt were qedandin, gava ku ji bo xelasiya her tiştî tenê û tenê çekek û rûmetek mabû ku ew jî danîna canê xwe yê di berdêla her tiştî de bû, bi biryardariyeke mezin dest bi vê çalakiyê hat kirin da ku tiştê pêwîst divê bihata kirin, pêk bînin.

Bandorên zincîrî yên destpêkirina çalakiyeke wisa di kêliya herî krîtîk de—ku hevalên wekî Kemal, Heyrî û Akîf pêşengiya wê dikirin—li dijî wê ferzkirina serobinbûnê û li dijî pêleke xerab a teslimiyetê, gava ku em ber bi rojên me yên îro ve tên, çêtir tên fêmkirin û encam jê tên derxistin. Ji bo çalakiyên bi vî rengî û kesayetên wan, mirov dikare gelek tiştan bibêje. Jîngeha ku çalakî tê de pêk hatiye, armancên wê û rêbaza wê bixwe, mirov dikare ji aliyên cuda ve binirxîne.

Di rastiya gelên Rojhilata Navîn de, di bin rûyê ol û mezhebên cuda de, em dizanin ku di rûbirûbûna zilmên herî hov de, wekî encameke bawerî, vîn û biryardariyê, can bi hovîtî hatine girtin; lê tevî vê yekê, lehengên wisa mezin wekî kevneşopiyekê heta roja me ya îro di bîra civakê û di jiyana wê de bibandor bûne. Di vê rabirdûya dîrokî de yên hatine şewitandin, yên li sêpiyan hatine xistin, yên di qazanan de hatine kelandin, yên çermê wan hatine rûkirin, yên hatine çarmîxkirin û yên ji zinaran hatine avêtin hene. Gelên ku di qirkirinê re derbas bûne hene; û di wateyekê de ev dîrok, dibe navê wê rastiyê ku bi têkoşîneke wisa navendî, mirovahî çi ye û çi nîne, an jî divê çawa bibe û çawa nebe, bixwe mînak dide tevahiya mirovahiyê. Dîroka olan, dîroka gelan û dîroka siyasî bi mînakên hov ên bi vî rengî tije ye. Tiştê ku di nav PKK'ê de pêk hatiye û divê di rûpela erênî ya vê dîrokê de were nivîsandin ew e ku; mirov bikaribe hêza nîşandana helwesteke mezinahiya xwe nîşan bide her çend şert û merc û serdem li dijî wan bin jî  ev helwest alîgira edalet, rastî û azadiyê ye,. Heke gotineke wisa hebe, tespîtkirina rast a têkilî û nakokiya vê gotinê ya bi serdemê re, teqiz lîberekirina vê rastiyê li serdemê û nîşandana hêza kirina vê yekê ye, berdêla wê çi dibe bila bibe. Gava ku ev hat nîşandan, ev dibe bûyereke berxwedanê ya ku hesret jê re tê kişandin, dibe bûyereke pêngavê û partiyê; lê heke neyê nîşandan, wekî ku di gelek mînakan de tê dîtin, nabe ku mirov xwe ji windabûnê rizgar bike û ev yek dibe îfadeya ku mirov nikaribe azmûna xwe bi serkeftî bide. Ji ber vê yekê, mirov divê bibîne ku pêngaveke ku di berbangeke gengaz de divê were avêtin—ne tenê ji bo gelekî, lê ji bo rastiya gelên Rojhilata Navîn ku destkeftiyeke diyarker a mirovahiyê jî temsîl dike—di vê yekê de veşartî ye.

Rewşa jiyan an nejiyana PKK'ê êdî gihîştiye nuqteyeke wisa ku wekî pêşengên berxwedanê jî bi rengekî pir baş anîne ziman, tu çareyên wan ji bilî danîna canê xwe nemane. Dîsa wekî ku pêşengên berxwedanê bi xwe jî anîne ziman, her çend ew ne dildarên mezin ên jiyanê bin jî, tenê wekî pêdiviyeke rêzgirtina li hemberî vê daxwaza jiyanê, tu çareyên wan ji bilî danîna canê xwe tune ne. Azmûneke mezin e; di cih de biryardayîn, bi heman pîvandinê watedar e.

Heke em hîn zêdetir şonkarek bikin (konkret bikin); îro roja biryardanê ye ku ji bo welatekî, ji bo gelekî û heta ji bo mirovekî jiyan çi ye û çi nîne. Jiyîn çi ye, divê ev çawa bibe û mirov divê bizanibe ka çawa xwe di ber de feda bike. Ev pir girîng e. Amed di nav tariyeke ziftî de ye, di nav nifiran de dijî, lê vebijarkeke din a jiyanê jî heye. Heke li ser navê jiyanê gotina dawî nehatibe gotin, nexwe divê were nîşandan. Divê teqez hinek rabin û xwedî li vê mirovahiyê derkevin, li welatekî—bênav be jî—ji vê gelî re bibêjin "şêwazekî din ê jiyanê heye". Ev, rojeke wisa û biryarek wisa ye. Ev tişt pir û pir girîng in.

Li vir mesele ne çend kes in. Li vir mesele ew e ku di nav rastiya dîrokî de parzûn bûye û di nav gelekî de ku bi xeraptirîn şêweyî qedandin tê de dihat jiyîn, li ser navê kesên ku cesareta gotina "ez mirov im" nîşan didin, bi şiklekî ku jê re PKK tê gotin, ji dilê resen û ji hişmendiya resen a kesekî wêdetir, di hawîrdoriyeke wisa tevlihev de derketinek pêk were. Ev derketin, ew derketin in ku kesan mezin dikin. Ev derketin, çawa ku derketinên dîrokî ne, her weha derketinên olî ne, neteweyî ne, siyasî ne û exlaqî ne. Derketineke bi vî rengî li ser zemînekî wisa hatiye şînkirin. Ev dîrok û rastiyên rojê her çend li dijî me bin jî, dibe biryara gotina gotineke mezin li ser navê mirovahiyê. Wate û girîngiya vê ev e.

Ev dîrok dê were zanîn, ev dîrok dê were fêmkirin; gava ku ev dîrok wekî kesayetiya milîtanekî tam xwe bimeşîne, wê çaxê dilsozî dê di cih de be û dê were gotin ku tiştê pêwîst hatiye kirin! Van hevalan, gava ku bi bîranîna navê me wasiyeta xwe dihiştin, dizanibûn ku wan em di bin çi erkekî giran de hiştine û bi rengekî pir eşkere digotin ku tiştê herî girîng li vir ev e. Gava ku mirovek hebûna xwe ya herî hêja, bi dijwarî wisa datîne holê û ji hinekan re wasiyeta xwe dihêle, ev ji bo yê ku li dû dimîne tê wateya ketina bin barekî herî giran. Heke ji bo berxwedanê tenê û tenê ji bilî mirinê tu vebijarkek nemabe, ev di heman demê de nîşaneya lawaziyeke mezin e jî. Ji ber ku, ji bilî mirinê tu şêwazê berxwedanê tune ye. Heta fersenda gotina gotinekê jî nehatiye hîştin. Ev tê wê wateyê ku êdî ji niha û pê de berxwedan dê bi awayekî dijwar mezin bibe, fersendên berxwedanê hema bêje ji bilî hebûna can û helandina wî, tu şêwazekî din ê wê nemaye.

Paşeroja vê dê çawa were anîn? Li gorî wasiyeta ku hatiye hîştin, di nav deh salan, bîst salan de tu dê çawa bibe xwediyê çalakiya ku dawiya wê serkeftin e? Ev berxwedana mezin bi rastî bi vê baweriyê ye û wasiyeta wê jî bi vê şertê ye. Divê mirov vê pirsê pir caran û di cih de ji xwe bike: Kî dê xwedî li wasiyeteke serkeftinê ya ku wisa hatiye ferman kirin derkeve? Wateya xwedîderketinê, şêwazê şer ê ku serkeftinê tê de pêkan dike, berî wê amadekariya şer, fersendên şer, rêxistina şer dê ji aliyê kê ve û çawa werin avakirin? Ne tenê fêmkirina vê, şert û merc çi qas giran dibin bila bibin—çi zindan be, çi çiya be, çi qadên din bin—dîsa jî dîtin û gihandina van fersendan, meşandina vî şerî ya bênavber û di encamê de gihîştina serkeftinê ye! Pêdiviya wasiyetê ev e! Li vir divê mirov cidî be, divê mirov samîmî be.

Em berpirsiyarê bîranîn û wasiyetê hatin kirin. Berxwedana zindanê, şehîdên mezin ên berxwedana zindanê, şehîdên PKK'ê ne. Nexasim, nirxandina kesên ku di nav van berxwedanan de herî zêde ked dane û heta bi xwe anîne ziman ev e; dibêjin "zêde mezin nekin, fersendê nedin mezin kirinê jî". Berxwedana zindanan, berxwedanan çiya, berxwedanên siyaysî û leşkerî di cewher de ferqên pir mezin nîşan nadin, lê cudahiyên wan ên şêwazî hene. Kesên ku vê rastiyê bi hemû aliyên wê ve dijîn, dizanin ku jiyana derveyî welat hîn bêtir zehmet e; heke bi rastî bijîn, ew dizanin ku qada jiyan û têkoşînê ya li wir ji şert û mercên zindanê hîn bi êştir e. Şert û mercên çiyê jî zehmetiyên xwe yên taybet di nav xwe de dihewînin. Ji ber vê yekê, ji bo kesên ku rastiya PKK'ê bi hemû aliyên wê ve dijîn, cudahî ne pir girîng in û berxwedanên wan li her derê pir biqedr in, di heman rûmetê de ne.

Wekî parçeyekî vê, madem li ser navê berxwedana zindanê û şehîdên wê derketineke tê kirin, dirûşmek tê gotin; nexwe di vê mijarê de jî ji bo ku ez giştî hinekî din bi kîtekît şirove bikim û heke nezelaliyek hebe, wê zelal bikim, min digot ku gotina hin rastiyan ji bo xwediyên vê berxwedanê bi tevahî pir girîng e. Heke xwarbûnek hebe, heke xiyanetek hebe, ev çi ye? Gelo em di nav vê de ne, an li dijî wê ne? Têkoşîna li dijî vê çi qas hat kirin? Xeflet çi ye, tevlîbûn çi ye? Redkirin çi ye, pejirandin çi ye? Bêguman bersivandina van pirsan, yek ji erkên herî bingehîn ên hevalan e. Çawa ku erka hemû partiyan e, nexasim erka pêşîn a kesên ku vê rastiyê wekî goşt û neynûk bi hev re dijîn e. Çawa ku ev erk li hemberî tevahiya partiyê tê pêk anîn, bi taybetî jî bi rengekî hêstiyar zelalkirina helwesta xwe ya di vê mijarê de, ka ew li ku derê ne û gihandina wê ya bi îfadeyeke cewherî, deynê stûyê wan e.

Yên ku di dîrokê de dibêjin "ez jî heme", ew kes in ku pir baş dizanin ku divê bi vê hişmendiyê û bi vê tûjiya vînê ber bi pêşerojê ve bimeşin, ew kes in ku dilê xwe ji bo vê pir baş amade kirine. Ew kes in ku şêwazê lêdanê bi rengekî ku bi tevahî pêkan bike, birêkûpêk û bi hêz kirine. Em ê ji niha û pê de li ser vê bingehê pêşengiyê bikin. Em ê vê wateyê bi tevahî bidin meşîna we ya di nav PKK'ê de û em ê vê mîsoger bikin. Pêdiviyên gora ku ji gelê me re hatiye dayîn dê wisa werin cih. Gelê me dê ji bo şerê xwe yê resen wisa were rakirin û meşandin. Bi vê şêwazê, em ê her demê bêtir îspat bikin ku soza me ji mirovahiyê re dayî ev e; em ê nîşan bidin ku em ne rastiyeke piçûk in, em ê îspat bikin ku em her wekî rastiya mirovahiyê, rastiyeke wisa ne ku ji mirovahiyê re pêwîst e. Li ser vê bingehê, em careke din soz didin ku em ê vê biryardariya mezin û yekîtiya çalakiyê ya têkoşînê, teqez bi serkeftinê tacîdar bikin!...

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 443

Azadbûna Civakê Bi Azadbûna Jinê Ve Gengaz E!

Rêber APO

Di çîroka Mem û Zînê de jî tevî ku her du alî jî zarokên axayan in, ev evîn pêk nayê; ev rastiyeke Kurdan e. Ev nîşan dide ku di sedsala 16 û 17’an de bihevrebûn û evîn çiqasî zehmet e.

Gelo hûn çawa dibêjin di jîngeheke ku dagirkeriyê evqasî rûxandiye û cihekî ku kesayet evqasî hatiye xistin de ev ê çêbibe? Yek jî di pêvajoya ku Ehmedê Xanî tê de jiyaye de, taybetmendiyên Kurd gelekî zindî ne. Di wir de tu asîmîlasyonek û bi vî rengî dagirkirineke çandî nîne. Begatiyên Kurd ên heta dawiyê serbixwe hene. Evîneke ku li ser vê bingehê bi pêş neketiye, hûn ê çawa di bin dagirkeriyeke giran de, di mercên ku kesayet tune dibe de û her wiha di pêvajoya bêkesayetkirina herî mezin a serdema me de, di civakeke wekî ya me ya gelekî paşvemayî de serbixin? Hûn ê çawa xwe bigihînin evîn û hezkirineke hêsan?

Ez bi hevaltiya xwe ve girêdayî me. Ez bi hevaltiya jinan ve jî girêdayî me. Lê belê hîn jî em şerê vê yê mezin dimeşînin. Em nirxên ku em di rêya wan de şer dimeşînin dizanin. Em di mijara evînê de jî, di mijara jinê de jî çi dikin baş dizanin. Ger ew di vê pêvajoyê de bisînor be jî, çawaniya şerekî azadiyê yê wiha, heta artêşbûna wê dijîn; ev rewş nîşan dide ku bingehekî mezin ê evînê hatiye pêşxistin. Yên ku biaqil in dikarin şîroveyên xwe bi pêş bixin. Ji ber ku di vir de jina xwedî hêz û zilamê xwedî hêz derdikeve. Di têkiliya xwedî hêzan de jî bihêzbûn derdikeve. Hûn ê rê bidin van hemû tiştan. Evîn pirsgirêka xwe-têrkirina du kesan nîne. Bihevrebûneke di asta neteweyî de ye.

Mirovahiya pêşverû re hevgirtin e, xwe bi mirovahiya pêşverû ve dayîna qebûlkirinê ye. Rûxandina astengên feodal e. Derbaskirina hestên biçûk, malbatgerî û eşîretgeriyê ye. Di asta neteweyî de gihîştina hêza mezin a hezkirinê, zanebûna wê û rêxistina wê ye. Gihîştina rêxistina partiyê ye û di serî de jî gihîştina rastiya partiyê ye. Bi hemû aliyên xwe pêşwazîkirina rizgariya neteweyî û civakî ya welat e. Ger we ev sînor derbas kirin, hestên we jî û evînên we jî mezin in. Ger hûn hîn nehatibin van sînoran, em nikarin li Kurdistanê behsa evînan û hestan bikin. Bi tenê mirov dikare li wir behsa xulamtiya dagirkeriyê, têkçûn û pîsitiya wê bike.

Lê belê dema ku hûn bixwazin evînê bijîn, gelo ma hûn çi dikin? Cerdevan bi pereyên ku ji cerdevaniyê girtine, zewaca duyemîn dikin. Ji bo ku jina duyemîn bistînin, kar dikin ku pereyan peyda bikin. Encama vê jî dibe xiyanet. Zuriyet jî, zilamtî jî evqasî bi hev ve girêdayî ye. Ez vî tiştî ji xwe dernaxim, ev rastiyên ku kesên dixwazin bifikirin nikarin piştguh bikin in. Me di rizgariya jinê de derfetên yekîtî, nîqaş û meşê pêş xistin. Wekî berê ew zilamên ku ji serdestiyê zêdetir tu tişt ferz nedikirin nînin. Zilamên ku bikaribin bibin rêheval hene. Me serkeftineke wiha bi dest xist. Dibe ku hinek ji we ji vê yekê têr nebin. Lê belê ger hûn li dîrokê û rastiya civakê temaşe bikin, hûn ê baş fêm bikin ku em dixwazin çi bibêjin. Me zemînên rast ên hestên we afirandin. Me riya rast a hestyariyên we yên ku dê çêbibin nîşan da. Nirxekî mezin bidin vî tiştî. Ev destkeftiyên gelekî saxlem in. Vî tiştî bilindtir kirin û serkeftin pêkanîn şerê me yê mezin e. Rizgariya evînê jî, jinê jî, zilam jî bi vê ve girêdayî ye.

Hûn wisa bawer dikin ku em di van mijaran de zêde bi kûranî nafîkirin. Hûn welatparêziya min dizanin; ji hemû taybetmendiyên xwezayê yên zindî û nezindî, em ji nêrînekê bigirin, têkiliya cîraniyê ya ku bi qasî min jiyaye, heta têkiliyên min, ez nikarim pêwendiyê bi vê mijarê re nekim. Hûn şansekî bi du peyvan ê pêşketinê nadin têkiliyên xwe. Keç û zilamên herî navdar jî li gel we bin, roja duyemîn hûn ê ava wan derxin. Lê belê yê ku jin û zilam bi pêş xistiye em in. Tu Kurdek di vê mijarê de şansê avakirina zemînekê nade jina azad. Li holê ye ku zilam û jinên Kurd ên herî navdar ji azadiyê çi fêm dikin û çi qasî azad in? Lê belê ezmûnên me û hinek pêşketinên me yên ku me derxistine holê hene. Ez nabêjim ku min her tişt afirand, lê belê tevgera rizgariya jinê ya ku em dixwazin bi pêş bixin heye. Ez nabêjim bi hemû tiştên xwe ve temam e, serkeftin misoger e. Lê belê tekoşîneke li pêş çavan heye. Rêxistina vê jî her diçe bi pêş dikeve. Ev karekî tenê bi min ve pêk were nîne. Ev şerê hemû kadro, gel, jin û zilaman e. Me tiştên ku diketin ser milên me kirin, hîn jî em dixwazin afirîner bin. Ez dikarim diyar bikim ku di nava heft salên derbasbûyî de, bi taybetî me dahûrandinên kûr bi pêş xistin. Di nava çend salên dawiyê de jî me berfirehiyek da vê mijarê. Li gel vê jî em ber bi xwedîhêzbûna pratîkî ve jî diçin.

Ev pêşketin tenê di asta Kurdistanê de nîne, di asta navneteweyî de jî girîng e. Erkeke me heye ku em vê pêşketinê pêşdetir bibin. Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her roja derbas dibe, di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc dikin ku bersiva herî mezin bidin vê. Ew kesayeta ku di nava partiya me de azad dibe çareseriyeke mezin e. Asta azadiya di nava partiya me de, misoger asta azadiya jinê jî derdixe holê. Ev yek wekî ku tê bawerkirin hîn zêdetir piştgiriyê dide şoreşgerî û azadiya civakê. Di cihekî de bi qasî ku jin azad bibe, civak jî azad dibe. Em ji bo vê kûrbûneke wekî “bi qasî ku kesayet azad bibe, di têkiliyên jin û zilam de jî wekhevî û azadî bi pêş dikeve” didin qezenckirin. Pêwîst e em balê bikişînin ser vî aliyê PKK’ê jî. Em derfetê nadin ku şoreşa me taybetmendiyên xwe yên feodaliyê girantir bike û bibe şoreşeke ku di bin serdestiya zilam de bimeşe. Hîn ji wê zêdetir, em derfetê nadin ew taybetmendiyên kesayetê ku kapîtalîzmê cihê kiriye û derfetê nadin taybetmendiyên serdestiya zilam jî.

Em bawer dikin ku me di bihevrebûna jin û zilam de, di zemînekî ji bo azadî û wekheviyê re vekirî de PKK pêş xist. Em nirxekî mezin didine xwe ku em vê rêgezê baş di pêş çavan re derbas dikin û bi pêş dixin. Misoger him rêgez û him jî pêkanîna rêgezê heye. Li gorî vê jin jî û zilam jî xwe bi pêş dixin. Cara yekem e ku şoreş li ser bingehê hevpariya jin û zilam bi pêş dikeve û ev taybet e. Ev hêmaneke ku dema me rastiya xwe hinekî dahûrand, bi ser xist û misoger kir. Bêguman dê di vê riyê de hîn zêdetir tekoşîn were dayîn. Pêwîst e biçûk neyê dîtin ku di vê pêvajoya şoreşê de jî di vê têkiliyê de asteke rêgezî û hêzeke pêkanînê ya evqasî berfireh hatiye bidestxistin.

Em dixwazin di artêşbûna jinê de gaveke pêşdetir biavêjin û asta wekhevî û azadiyê bigihînin bingehên saxlem. Ger em tevlîbûna jinê di şerê leşkerî de jî bînin vê astê, jixwe ev tişt di hemû qadên civakî û siyasî de nîşandanê gengaz dike. Ev jî dê bibe şoreşeke ku hîna di serî de çawaniya jin û zilam bi rengekî wekhev û azad dixe rojeva xwe. Ev jî dê bibe pêşketineke şoreşgerî ku nirxên xwe yên navnetewî gelekî bilind in.

Pêşketina PKK’ê wekî partiyeke wiha, dîsa di rizgariya jinê û şoreşa jinê de, rizgariya neteweyî ya Kurdistanê di çawaniyeke wisa de bi pêş dikeve ku dihêle nirxên wê zêdetir pîroz bibin. Me bingehê vî tiştî ava kir û bi hinek hewldanên bisînor ve şansê pêşketinê dayê. Yên ku xwedî îdia ne û nirxekî mezin didin milîtanbûna vê, dikarin zemînê vê rast bi kar bînin û milîtaniya xwedî hêz a jinê, artêşbûna jinê û kesayeta zilam a gelekî xwedî nirx ku hatiye dahûrandin û milîtaniya vê pêk bînin. Serkeftina şoreşê, ji tiştê tê bawerkirin zêdetir, girêdayî derketina holê ya kesayetên wisa yên di nava tekoşînê de ye û şoreşên ku di rêbertiya van de tên meşandin de, meşa ber bi armancên ku hatine danîn ve ye. Kesayetên wiha hîna ji niha ve him ji netewe û civakeke serbixwe û azad re, him jî ji şêwazên wê yên ku heta hêmanên wê hatine daxistin re dikarin rêbertiyê bikin.

Çareseriyeke ku di nava partiyê de hatiye serxistin, ji bo serxistina wê ya di nava civakê de jî pîvanek e. Ji ber wê jî evqas nirxdayîna me ya vê rêgezê nîşan dide ku em çi qasî bi armanca xwe ya civakî re, ku em bi biryar in di dahatûyê de ava bikin, di nava ahengiyekê de ne. Hê ji niha ve xwedîrêgezîbûn tê wateya di rizgarkirina pêşerojê de biîdiabûnê. Hê ji niha ve her çiqasî hewldanên rastî zehmet bin jî, her çiqasî hêdî jî bi pêş bikeve û her çiqasî ji bo we dijwar be jî, avakirineke civakî ku li ser vê bingehê dahatuyê di mercên taybet de tê pîrozkirin, em ê şansê xwe yê serkeftinê bigihînin ewlehiyê.

8  Adar 1994

 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 514

DI AGIRÊ ZÎLAN DE HER TIŞT JI NUVE TÊ AFIRANDIN

Rêber Apo

Zîlan, xwedavendek e ku divê mirov li ber wê serî bitewîne. Wekî hûn dizanin di dîrokê de qiblexane hene, perestgehên pîroz hene.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 660

Eger Bîranîn Winda Bibin, Kesayetî Tu Caran Nikarin Bibin Bersivekî Ji Bo Dîrokê 

Wateya wan şehadetên pêşîn pir mezin e. Em berhema wan in. Yên ku dizanin çawa ji şehadetan fêr bibin artêşan ava dikin, civakên nû ava dikin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 732

ZÎHNIYET

Rewşa bûyîn û cudabûnê, rewşa serwextbûnê ya xwedî potansiyel e. Cudabûn belkî jî gava pêşî ye ku ber bi serwextbûn û bîrbirinê ve tê avêtin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 775

PIRSGIRÊKA JINÊ ÇARESERKIRIN Û QEZENCKIRINA SERKEFTINÊ YE

Çawa ku min got pirsgirêk girîng û rişt e, ji bo me çareserkirina pirsgirêka jinê qezenckirina serkeftina rizgariya netewî û bûyîna xwedî welat e.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 713

Peyama Rêber Apo A Derbarê 8'ê Adarê

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibata 2025'an û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya jinan wekî mijareke bingehîn a sosyalîzmê destnîşan dikin û çareseriya wê ya hemdem wekî bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî dibînin. Meseleya şoreşa jinan ji hemû mijarên din pêşdetir e. Ez azadiya jinan datînim pêşiyê.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 692

Jina Kurd Hatiye Rewşa Pêşenga JInên Herêm Û Cîhanê

Rêber Apo

Hemû têkoşîna min; di wateya rast û di bingehek rast de jina azad, zilamê azad, jiyana azad û bi vê re jî hezkirina rast, ji hevdû hezkirin derxistina holê û serxistine.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 714

BÎRDOZIYA RIZGARIYA JINÊ BÎRDOZIYEK CIVAKÎ YE

Rêber Apo

Girîng e ku partiya me, bi nûjenkirina sosyalîzmê re, li ser van mijaran ciddî bisekine, ne tenê xwe bi rizgariya Kurdistanê ve sînordar bike, serîde li Rojhilata Navîn piştre jî tevahî cîhanê de li ser esasê têkoşînên cîvakî yên nû de mijara jinê de jî nêzîkatiyek pir bi îdda û afirîner nîşan bide.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 742

Sayfa 1 / 7

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • BÎRDOZIYA RIZGARIYA JINÊ BÎRDOZIYEK CIVAKÎ YE

  • 14'ê Tîrmehê Roja Rûmeta Neteweyî Ye

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere